Bilêvkirin

biguhêre
Yekjimar Pirjimar
Mê û nêr ew ew

ew

  1. (yekjimar) Kesê sêyem; kesa/ê yan heywana/ê yan tişta/ê ku behs li ser e ji bilî ya/yê ku diaxive û ya/yê ku bo tê axiftin.
    Ew hevalê min e.
    Min ew nedît.
  2. (pirjimar) Kesên sêyem; kesên yan heywanên yan tiştên ku behsa wan tê kirin ji bilî yên ku diaxivin û yên ku bo tê axiftin.
    Ew hevalên min in.
    Min ew nedîtin.
  3. gotin ji wî kesê ku mirov navê wî nezane an jî ji bîr kiriye.
  4. ewk

Ji wêjeya klasîk

biguhêre
  • Ew Xudayê malikê mulkê 'ezîm
    Daye me mîrasa Qur'ana Kerîm
     — (Mela Hesenê BateyîMewlûda Kurdî~1720)

Bi alfabeyên din

biguhêre

Tewandî

biguhêre
  • : , (ewê)
  • Nêr: , (ewî)
  • Pirjimar (mê û nêr): wan, (ewan)

Têkildar

biguhêre
Cînavên kesîn
Yekjmar Pirjimar
Navkî Çemandî Navkî Çemandî
Kesê 1em ez min em me
Kesê 2em tu te hûn we
Kesê 3em Dûr ew nêr ew wan
Nêzik ev nêr ev van

Etîmolojî

biguhêre

Hevreha soranî ئەو (ew), zazakî o, farisî او (o), hemû ji proto-îranî *ewe-. Di kurmancî de ji "ew + ê", ji "ew + î" û wan ji "ew + an" e. o (ew) ya tirkî ji zimanekî îranî ye, ol û an yên tirkî yên bi wateya "ew" di bin bandora zimanên îranî de yan winda bûne yan jî wek ya îranî guherîne û bûne o. Serekaniya peyva "ew" di proto-hindûewropî de ne diyar e lê belkî *éy (, ê - îngilîzî the) yan jî *h₂eu- be ku bi forma xwe ya *h₂eutos serekaniya peyva αὐτός (autós, xwe) yûnaniya kevn e ku niha di gelek zimanan de wek auto- û di kurdî de jî ji ber bandora bilêvkirina fransî oto- ye, wek otobûs, otomobîl, otonom...

Bi zaravayên din

biguhêre

Cînavên kesîn, kesê sêyem:

  • Soranî: (yekjimar): ئەو (ew); (pirjimar): ئەوان (ewan)
  • Xwarîn: (yekjimar): ئەۊ (eẅ); (pirjimar): ئوان (wan)
  • Zazakî: (yekjimar, mê): a; (yekjimar, nêr): o; (pirjimar): ê

ew

  1. (yekjimar) kesê sêyem,
    kesa/ê yan heywana/ê yan tişta/ê ku behs li ser e ji bilî ya/yê ku diaxive û ya/yê ku bo tê

ew

  1. (yekjimar): Bi alfabeya latînî nivîsina ئەو (ew, ew).

Têkildar

biguhêre

(Cînavên kesîn):

yekjimar pirjimar
kesê 1em من (min) ئێمە (ême)
kesê 2em تۆ (to) ئێوە (êwe)
kesê 3em ئەو (ew) ئەوان (ewan)