Bilêvkirin

biguhêre

Rengdêr

biguhêre
Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
kesk kesktir herî kesk (merkezî)
tewrî kesk (rojavayî)
kesktirîn (soranîzm)
 
Beqeke kesk.

kesk, k-ya req (1), k-ya nerm (2)

  1. (reng) Rengê çilû; rengê pelên daran yên geş û gihiştî; rengê giyayê nebeyî / hişknebûyî.
    Çend cûnên rengê kesk:                     
    • Li cîhê ku dar dest pê dikin, rengê kesk zora rengên spî û şîn dibe. Keskahiyeke bedew li rengên wêneyê zêde dibe. Keskahî hemû milê jor ê bergehê dadigire. — (Mehmed UzunBîra qederê, Weşanên Nefel2002)
    • Dêm-i di bisk û xemriyan ta û lefên di şetriyan
      Mane temam-i kesk û sor bedre li dorê hale kir
      Dûr-i kirîn ji sinbilan çîçek û bişko û gulan
       — (Melayê CizîrîDîwan~1640)
    • بحرا رجز بو چه خوش مرفل
      اخضر چه کسکه احمر خو صوره
      ازرق هشینه جورب چه گوره
       — (Ehmedê XanîNûbihara Biçûkan1683)
      Beḥra recez bo çi xweş mureffel?
      Exḍer çi? Kesk e; eḥmer xwe ṣor e
      Ezreq hişîn e. Cewreb çi? Gore

Bi alfabeyên din

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Hevreha zazakî kesk, pehlewî kaskênên (ji kaskên laciwerd + -ēn), ji zimanên îranî. Di zarava û zimanên din yên îranî de li cihê "kesk" peyvên wek "sewz, sebz, zergûn" hene.

Bi zaravayên din

biguhêre
Tewandina kesk  
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kesk kesk
Îzafe keskê keskên
Çemandî keskî keskan
Nîşandera çem. keskî wan keskan
Bangkirin kesko keskino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî keskek keskin
Îzafe keskekî keskine
Çemandî keskekî keskinan

kesk n

  1. Rengê kesk.
    • Li vir bimîne keskê zeytûnê,
      Xuşîna serkaniyan
      Di dilê helbestê de biçîne
      Li wir bimîne
      Û xewna min ber bi axa sar ve bişîne
       — (Ehmedê Huseynî, Li wir bimîne)
    • Çêlîkek çavên xwe vedike li dinyê, pitikek qêrîna yekem dide der li ser axa welatê min. Û jiyan dîsa didome. Jiyan bi înat didome. Qurmên bûne rejî şaxên teze didin der ên bi lêvkeniyeke keskê tarî. — (Bîrnebûn, Li welatê min bihar tê2018Hesen Huseyîn Denîz, hj. 71, r. 32)
  2. (siyaset) partiyên jîngehparêz
  3. (siyaset) partiyên îslamî
  4. (siyaset)(Başûrê Kurdistanê) YNK (Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê). Bidin ber: zer = PDK.