Destpêk

Wîkîferheng, ferhenga azad

Ferheng bi kurmancî û zêdeyî 3819 zimanên din e.
Tê de niha 1.034.596 made hene.

Binêre: Hemû madeHemû zimanMadeyên kurmancîFerhengok

a A b B c C ç Ç d D e E ê Ê f F g G h H i I î Î j J k K l L m M n N o O p P q Q r R s S ş Ş t T u U û Û v V w W x X y Y z Z
ێ ی ۆ و ه ن م ل گ ک ق ڤ ف ش س ژ ز ر د خ ح چ ج ت پ ب ئا

Peyva hefteyê Hefte 35
Peyv: bêhn
Jinikek qesta bêhna gulê dike.
Kat. rêzimanî: navdêr,
Bilêvkirin:  IPA(kilîd)/beːhn/
Deng:
Deng (Amed): guhdar bike(file)
Kîtekirin: bêhn
Mane:
  1. Tişta/ê mirov bi difinêdihese.
    • (Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?), Ehmedê Xanî (~1692), Mem û Zîn:
      Ahûwê sipî ii çav di reşbûn
      Biskên di sîyah û bêhnê xweşbûn
    • 2019 gulan 20, Konê Reş, “Min bêhna serxwebûna Kurdistanê ji Zankoya Zaxo kir”, li ser basnews.com[1]:
      Em vegerin ser nîrê zêrîn Zankoya Zaxo û çima min bêhna serxwebûna jê kiriye?
    • 2020 tîrmeh 27, rûdaw, “Li Almanyayê kûçikên leşkerî bi bêhna koronayê hatin perwerdekirin”, li ser rudaw.net[2]:
      Li Almanyayê, kûçikên leşkerî yên taybet li ser bêhna koronayê hatine perwerdekirin. Ew niha bi rêjeyeke zêde, bi rêya bêhnê dikarin nexweşên koronayê nas bikin.
  2. Hewaya mirov di dev û difina xwe re tîne û dibe.
    • 2020 îlon 7, Mem Farqînî, “Ristemê Zal kî ye?”, li ser xwebun.org[3]:
      Dem derbas dibû. Ji dûr ve dengê hewtehewta kûçikên gund dihat. Û xalê Cemîl hêdî hêdî ber bi dawiya çîroka xwe ve dihat. Bîstek din wek her tiştî ev çîrok jî bi dawî bibû. Xalê Cemîl gava bêhneke kûr kişand û got; 'Ev çîroka me çû deştê, dê û bavên guhdaran jî cih bihiştî' ev dihat wateya ku ev çîrok jî xelas û bi dawî bûye.
  3. Demek kurt anku kin.
    • 2020 çiriya paşîn 18, Abdurahman Sever, “Berhemên ruhê xwebûnê-4: Şêx Ubeydullahê Nehrî”, li ser xwebun.org[4]:
      Şêx Ubeydullah rojeke ji rojên zor û zehmet, li civateke mezin wiha dibêje: 'Bêhêvî nebin, xwe bernedin, hevdu bigirin. Ji bîr nekin ku wexta reştariya şevê bêhnek beriya berbangê ye'.
Ji gencîneya me
Projeyeke Wikimediayê
Projeyeke Wikimediayê
Di derbarê me de

Bi xêr hatî Wîkîferhengê! Wîkîferheng ferhengeke azad ya onlayn e. Wîkîferheng, ferhengeke kurmancî - kurmancî, xerîb - kurmancî ye û beşek e ji ‘Wiktionary’ya navneteweyî. Projeya Wîkîferhengê bi zimanê kurmancî di 2ê gulanê ya 2004an de hatiye avakirin. Vê gavê hejmara madeyan 1.034.596 e.

Wîkîferheng wekî projeyeke temamker a Wîkîpediyayê hatiye tesewirkirin, lê ne wekî ferhengên din e. Meqseda me ne tenê qeydkirina maneya peyvan e, tevî maneya peyvan gramer, etîmolojî, telafûz, varyant, hevmane, dijmane, peyvên nêzîk, notên bikaranînê û hwd. jî hebe. Gelek ji rûpelên ferhengê bi wêne û nimûneyan hatine xemilandin da ku famkirina wê hêsantir be. Li dawiyê jî wergera peyva kurmancî bi gelek zimanan tê dayîn.

Ev ferheng bi kurmancî ye feqet tê de peyvên bi zaravayên din jî cih digirin. Alfabeya sereke ya ferhengê kurdiya latînî ye, lê kurdiya bi alfabeya aramî / erebî jî cih digire. Ji xeynî vê di her rûpeleke vê ferhengê de ji qismê jor karî opsiyonên "tîpên latînî" an jî "tîpên erebî" bibijêrî.

Wîkîferheng wekî projeyên din ên Weqfa Wîkîmedyayê, "wîkî"yek e. Tiştê herî balkêş ya vê ferhengê ew e ku xwîner bi xwe (bêyî qeydbûnê) karin peyvan lê zêde bikin an jî guherandinan bikin. Lê berî ku hûn beşdariyek bikin, ji kerema xwe ji qismê Alîkariyê, Nivîsînê bixwînin.

Dîwana WîkîferhengêRêveberWîkîferheng li ser Twitterê

Pirzimanî

kurmancî · îngilîzî · almanî · fransî · erebî · tirkî · farisî · fînî · holendî · swêdî · Hemû ziman

Alîkarî

Zimanê kurdî, zimanek ji şaxa zimanên îranî yê bakûr rojavayê malbata zimanên hind û ewropî ye. Piraniya gelê li Kurdistanê bi vî zimanî diaxivin û zimanê dayîkê yê piraniya kurdan ev ziman e.

Çend zaravayên kurdî hene.   Kurmancî li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê,   soranî li başûr û rojhilat tê bikaranîn. Kurmancî bi piranî bi tîpên latîn tê nivîsîn û soranî bi tîpên erebî. Piraniya kurdan li seranserî cîhanê bi kurmancî diaxivin (dûmahîk…)

Ziman